Li Rihayê qeza: 1 mirî, 3 birîndar

Li navçeya Sêwrêga Rihayê qezaya trafîkê pêk hat, di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da 1 jê zarok 3 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 23.08.2024 15:15:21 / Güncelleme: 23.08.2024 15:15:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li ser rêya Dîyarbekir-Sêwregê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta bi plaqeya 33 NVD 59 ya ku di bin îdareya M.R.Ş. de bû, ji ber ku şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir gêrê şerempolê bû.

Di encama qezayê de şofêrê wesayîtê M.R.Ş., M.Y.Ş. (43), Z.Z.Ş. (9) û F.Ş. (41) birîndar bûn.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Hat hînbûn ku F.Ş. digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)