Nasnameya micahîdê ku li Tel Avîvê çalakîya îstîşhadîyê bikaranîtibû eşkere bû

Çavkanîyên Fîlîstînê, daxuyand ku navê micahîdê ku li Tel Avîvê Tûgayên Qessam û Serîyyeyên Qudsê çalakîya îstîşhadîyê bikaranîtibûn Cafer Saad Mîna ye.

Ekleme: 22.08.2024 16:45:20 / Güncelleme: 22.08.2024 16:45:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî çapemenîya Fîlîstînê nasnameya şehîdê ku di 18ê Tebaxê roja Yekşemê de li Tel Avîvê çalakîya îstîşhadîyê bikaranîtibû diyar bû.

Dîya şehîd îfade kir ku artêşa îşxalê, roja Pêncşemê dema şebeqê êrîşî mala malbatê ku li Nablusê ye kirin û li malê lêgerîn kirin û Cafer jî piştî ku operasyona xwe bikaranît şehîd ket.

Dîya şehîd, ragihand ku şehîd ji roja Yekşemê vir ve winda ye, hêzên îşxalê jî du roj piştî operasyonê birê şehîd Haşîm desteser kirin.

Operasyona îstîşhadê ya li Tel Avîvê bi hevkarîya Serîyyeyên Qûdsê Tûgayên Qessam xwedî lê derketibû.

Şeva Yekşemê li Tel Avîvê teqînek pêk hatibû, polêsê îşxalkeran daxuyandibû ku ciwanek teqemenîya ku di pişta wî de bû teqand. (ÎLKHA)