Li Pakistanê ji serwîsa xwendekaran re êrîş hat kirin: 2 mirî 5 birîndar

Li wîlayeta Pencapa Pakistanê ji serwîsa xwendekaran re êrîş hat kirin, di encama êrîşê de 2 kesan canê xwe ji dest dan,  5 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 22.08.2024 13:20:21 / Güncelleme: 22.08.2024 13:20:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Polêsê Herêma Attukê Ghayas Gul, di daxuyanîya ji çapemenîyê re da de, diyar kir ku bûyer li herêma Attukê pêk hat.

Gul, destnîşan kir ku kesek ji serwîsê re gule reşandîye û revîyaye, di bûyerê de 2 xwendekar canê xwe ji dest dane, 5 kes jî birîndar bûne.

Gul diyar kir ku derheqê êrîşê de tehqîqat hatîye destpêkirin, li gorî tehqîqata pêş di navbera şofêrê serwîsê û êrîşdar de neyartî hebûye û ji ber vê yekê êrîş hatîye kirin lê şofêr sax xelas bûye.

Serokkomarê welat Asif Alî Zerdarî êrîşê şermezar kir û ji rayedaran re talîmat da ku bila li hember mesulan tedbîrên dijwar bistînin. (ÎLKHA)