Di nav 5 rojan de 2 hezar û 269 çek hatin bidestxistin

Wezîrê Karên Hindir Elî Yerlîkaya, daxuyand ku di encama operasyonên hatine lidarxistin de 2 hezar û 269 çek hatin bidestxistin û derheqê 2 hezar û 439 şikdaran de jî muamele hatin kirin.

Ekleme: 20.08.2024 09:25:18 / Güncelleme: 20.08.2024 09:25:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yerlîkaya li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyand û îfade kir ku li giştîyê welat li dijî mirovên ku çekên bêrihset bar dikin operasyona “Mercek-23” hat lidarxistin.

Wezîr Yerlîkaya, ragihand ku ji teref fermandarîya cenderme ya bajêr û midurtîya ewlehî ya bajêr ve ev bû 5 roj e bi navê Mercek-23yan operayon hatin lidarxistin, di encama wan operasyonan de 2 hezar û 269 heb çek hatin bidestxistin û derheqê 2 hezar û 439 şikdaran de jî muamele hat kirin. (ÎLKHA)