Rejîma sîyonîst êrîşên xwe didomîne: 16 şehîd

Rejîma îşxalker a sîyonîst ku li dijî Xezzeyê qirkirin û qetlîamên xwe didomîne, 16 Fîlîstînîyên ku di navbera wan de pîrek û zarok jî hene şehîd kir.

Ekleme: 19.08.2024 12:25:26 / Güncelleme: 19.08.2024 12:25:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rejîma îşxalker êrîşên xwe yên li Xezzeyê didomîne.

Li gorî xebera WAFAyê SÎHAyek aîdê sîyonîstan li Deyr el-Belahê êrîş li dar xist, di encamê de 4 kes şehîd bûn, 2 kes jî birîndar bûn.

Li Nuseyratê jî li dijî malbata es-Sîdîyê êrîşek hat lidatxistin û di encama wê êrîşê de jî yek jê zarokek qîzik 6 Fîlîstînî şehîd bûn.

Di êrîşên li dijî bajarên Refah û Xan Yûnisê de jî 6 Fîlîstînî şehîd bûn.

Wezareta Tenduristî ya Fîlîstînê ya li Xezzeyê daxuyand ku rejîma îşxalker heta niha 40 hezar û 99 kesan şehîd kirin.

Hejmarê birîndaran jî derket 92 hezar û 609an. (ÎLKHA)