Ewrûpa Yetîm Elî li Makedonyayê bi sedan zarokan sinet kir

Ewrupa Yetîm Elî ku 4 sal e li Makedonyayê organîzasyona sinetê bikartîne, bi tevî doxtorên dildar ên ku ji Tirkîyeyê dibin bi sedan zarokan sinet kir.

Ekleme: 19.08.2024 12:25:25 / Güncelleme: 19.08.2024 12:25:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ewrupa Yetîm Elî ji ber şert û mercên aborî ya Makedonyayê destekê dide malbatên Misilmanan.

Hat diyarkirin ku li 5 herêmên cuda yên bajara Strumicayê di çarçoveya bernameyê de di nav 3 rojan de ji 200î zêdetir zarok hatin sinetkirin.

Doxtorên dildar, biroj zarokan sinet dikin û êvarê jî bi tevî malbatên wan rewşa wan ji wan dipirsin. Xelkê herêmê jî îfade kirin ku ew ji vê organîzasyonê gelek kêfxweş in û dixwazin ku bila berdewam bike.

Nîzamettîn Aygan ku Koordînatorê Ewrupa Yetîm Elî derheqê organîzasyonê de axivî û weha got, “Em bû 4 sal e zarokên ku li welat îmkanên wan tinene sinet bibin wan sinet dikin. Em li çar alîyê cîhanê xebatên alîkarîya însanî dikin. Bû 4 sal e li Makedonyayê bi doxtorên ku li Tirkîyeyê dianîtin xebateke taybet dikin. Îsal jî em li çend herêmên cuda ji 200î zêdetir zarokan sinet kirîye.” (ÎLKHA)