Li Şerîaya Rojava bi çakûçê leşkerekî îşxalker hat kuştin

Li Kalkîlyaya axên Fîlîstînîya îşxalkirî bi çakûçê çalakîyek hat lidarxistin, di encama çalakîyê de leşkerekî ji ber çakûça ku li serê wî hat xistin mir.

Ekleme: 19.08.2024 09:25:22 / Güncelleme: 19.08.2024 09:25:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Artêşa îşxalê, diyar kir ku ew doh rapor girtine ku Fîlîstînîyekî li Kedumîma bakurê Şerîaya Rojavayê çeka leşkerekî sîyonîst bidestxistîye.

Çapemenîya Îbranî, diyar kir ku li nêzê Kedumîmê leşkerekî sîyonîst ku dûçarê êrîşê bûye giran birîndar bûye.

Hat daxuyandin ku êrîş ji teref Fîlîstînîyekî ve bi çakûçê hatîye kirin, leşkarê îşxalker, bi derbeya ku ji serê xwe girtîye mirîye.

Hêzên îşxalker jî piştî ev bûyerê rêyên Nablus, Kalkîlya û Tulkerîmê girtin.

Di operasyona ku ji bo çalakîvan bê qefaltin hatîye destpêkirin de helîkopter jî hatîye bikaranîtin.

Komîteyên berxwedana Fîlîstînê ev çalakîyê pîroz kirin û bal kişandin ku ev bersivekî herî xweş û baş e li hember sûîqestên ku li dijî micahîdan têne kirin. (ÎLKHA)