HAMAS: Ew gotinên ku nêz e lihevkirinek çêbibe ne rast in

Samî Ebu Zuhrîyê ji lîderên HAMASê derbarê agirbesta ku tê diyarkirin ew ê bê îlankirin de destnîşan kir temamê hewldanên ji bo agirbestê tên astengkirin.

Ekleme: 18.08.2024 16:30:05 / Güncelleme: 18.08.2024 16:30:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ebu Zuhrî di daxuyanîya ku da Ajansa Nûçeyan a Alman de destnîşan kir “ Îşxalker temamê hewldanên ku tên dayîn da ku li Xezzeyê agirbest bê îlankirin  asteng dikin. A niha tê diyarkirin ku ew ê di demeke nêz de agirbest bê îlankirin. Ew gotinên ku nêz e lihevkirinek çêbibe ne rast in.A niha li hemberî me muzakereyên ji dil û rasteqîn tune ne; di şûna vê yekê de ferzkirinên Amerîkayê hene.”(ÎLKHA)