Îşxalkeran zorê li bi sedhezaran Filistînîyan dikin da ku koç bikin

Nêzî 450 hezar Filistînîyên ku li wan herêmên ku berî niha ji teref siyonistên terorîst ve wek “herêmên bi ewleh” hatibû îlankirin, diman a niha dîsa tê xwestin bên koçkirin.

Ekleme: 18.08.2024 14:25:20 / Güncelleme: 18.08.2024 14:25:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya nivîskî ya ku ji teref Yekîneya Parastina Sîwîl a Xazzeyê ve hat belavkirin, îşxalker wan herêmên ku qaşo wek herêmên bi ewleh hatibûn îlankirin bi dara zorê û kuştinê dixwazin bidin valakirin û Filistînîyên li wan deran bidin koçkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de her wisa hat diyarkirin rejîma terorîst û îşxalker ji bo êşa û elema Xezzeyîyan bidin zêdekirin gefê li wan dixwe û dixwaze ku ew ji herêmên ku qaşo wek “herêmên bi ewleh” hatine îlankirin derkevin.(ÎLKHA)