Wezîr Yerlîkaya di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir hêj sedemên derketina şewatên daristanê nediyar e û wiha got: “ Me heta niha 4 hezar û 159 welatîyên xwe sewqî cihên bi ewleh kirin. Di bergeha lêpirsîna ku hat destpêkirin de heta niha 7 kes hatin binçavkirin. Lêpirsîn berdewam dike. Her wisa li herêma şewatê xebatên tespîtkirina zirarê berdewam dike.”(ÎLKHA)