Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu bi minasebeta salvegera Erdheja Marmarayê peyamek belav kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, bi minasebeta salvegera 25emîn a Erdheja Marmarayê peyamek belav kir, di peyamê de bal hat kişandin ku bila di çarçoveya sebeban de divê bi lez û bez tedbîr bêne girtin.

Ekleme: 17.08.2024 15:35:19 / Güncelleme: 17.08.2024 15:35:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yapicioglu, bi minasebeta salvegera Erdheja Marmarayê ku di 17ê Tebaxa 1999an de pêk hatibû peyamek belav kir.

Yapicioglu li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî daxuyand û weha got:

“Di salvegera Erdheja Marmaraya 17ê Tebaxa 1999an de, xûşk û birayên xwe yên ku di hemû erdhejan de wefat kirine bi rehmet yad dikim. Herî dawîn erdhejên Mereşê yên ku di 6ê Sibata 2023an de pêk hatibûn, di nav jan û kederê de dîsa nîşanê me da ku gelek bajarên me li ser rêya erdhejê ne û digel erdhejên mezin ku pêk hatine mixabin em li hember erdhejan bêhazir in. Di çarçoveya sebeban de divê bi acîlî hemû tedbîr bêne girtin. Rojekî me yê ku em winda bikin tineye. Rebbê min bile me hemûyan ji hemû afetên meddî û menewî mihafeze bike.” (ÎLKHA)