Şênîyên cihûyî êrîşî cotkarên Fîlîstînî kirin

Şênîyên cihûyî yên îşxalker li bajaroka Ed-Dîyka bajara Selfîta Şerîaya Rojavayê êrîşî cotkarên Fîlîstînî kirin.

Ekleme: 17.08.2024 13:50:19 / Güncelleme: 17.08.2024 13:50:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat îfadekirin ku êrîş li herêma “Hilletul Haramîye”yê pêk hatîye. Şênîyên îşxalker ku heywanên Fîlîstînîyan xesp kirin, astengîyan çêkirin ku bila cotkar neçin ser erdên xwe.

Cotkarên ku li hember şênîyên îşxalkeran berxwe dan, dûçarê guleyên rastîn û xaza îsota sor a îşxalkeran bûn, 5 kes jî hatin desteserkirin.

Hat diyarkirin mirovên ku hatine desteserkirin Cemal Muhammed Nayif Ed-Diyk, Faris, Asıf û Nasir û Abdulmu’ti Firas Muhammed Nayif Ed-Diykên bira bûne. (ÎLKHA)