Li Rihayê şerê çedkarî: 3 mirî, 6 birîndar

Li navçeya Eyûbîya Rihayê di navbera du koman de bi çekan şer derket, di encama şerê çekdarî de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 6 kes birîndar bûn û 3 kes jî hatin binçavkirin.

Ekleme: 17.08.2024 12:09:42 / Güncelleme: 17.08.2024 12:09:42 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li navçeya Eyûbîya Rihayê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li Taxa Selçûklîyê di nav dikanekî de di navbera du koman de ji ber sedemeke ku hêj nediyare nîqaş derket, dûre ew nîqaş ji şerê çekdar re vegerîya.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî, polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Rihayê re hatin rakirin. A.Î. û A.B. digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest dan.

Derheqê bûyerê de 3 kes jî hatin binçavkirin.

Tehqîqata ku derheqê bûyerê de hatibû destpêkirin hêj berdewam dike. (ÎLKHA)