Hîzbullah, hedefên leşkerî yên rejîma îşxalker hedef girt

Hîzbullahê Libnanê, diyar kir ku ew bi ÎHAyan cîhên leşkerî yên rejîma îşxalkeran hedef girtine.

Ekleme: 17.08.2024 09:55:18 / Güncelleme: 17.08.2024 09:55:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Hîzbullahê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku ew li bakurê rejîma îşxalker ji Tûgayên Bi Zirx a 188emîn a leşkergeha “Rawîye”yê re bi balafirên herbê yên bêînsan operayonek li dar xistin, hat îfadekirin ku di operasyonê de hinek leşker û efser birîndar bûn.

Di daxuyanîyeke dinê de jî hat ragihandin ku mewzîyên topvanên artêşa îşxalkeran a li Ez-Zaxurayê jî bi fuzeyan hatin hedefgirtin, di heman demê de li El-Mitillîyê jî avahîyeke ku artêşên îşxalkeran di nav de diman bi çekên munasîb hatin hedefgirtin. (ÎLKHA)