Evîndarên Pêxember: Wehşeta li Xezzeyê tu dewleteke Misilmanan ranekir pîya!

Weqfa Evîndarên Pêxember ku bêdengmayîna dewletên Misilmanan a li hember qirkirina ku ev bû 10 meh e li Xezzeyê tê kirin rexne kir, di daxuaynîya çapemenîyê ya ku vê hefteyê li dar xist de axavtina Mahmud Abbas ku di Meclîsê de axivîbû da ber xwe.

Ekleme: 16.08.2024 14:15:24 / Güncelleme: 16.08.2024 14:15:24 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Êrîşên rejîma îşxalker a sîyonîst li dijî Xezzeyê didome  û xwepêşendarên destekdayîna ji Fîlistînê re jî dewam dike.

Weqfa Evîndarên Pêxember ji bo destekdayîna Xezzeyê li Dîyarbekirê bernameyek lidar xist.

Di bernameyê de alên Kelîma Tewhîd û Fîlistînê hatin rakirin û derbarê Fîlistînê de slogan û tekbîr hatin avêtin.

Serokê navçeya Bajara Nû ya Dîyarbekirê yê HUDA PARê Mehmet Demîr axavtinek kir û li ser zilma rejîma îşxalkeran a li Xezzeyê dike balan kişand.

Demîr di axavtinê de weha got:

“Îro sîyonîst zarokan bi bombeyan defin dikin. Di paşerojê de çawa birayên me zindî zindî davêtin kort û çalan û dev ji daw û doza xwe bernedida. Îro jî Misilman wê dev ji daw û doza xwe bernede û wê serê xwe ji kafîran re netewîne. Em serê xwe tenê ji Rebbê xwe re ditewînin, ehlê kufrê jî ew ê vêya ewakî qebûl bike. Îro ev mucadale ne tenê li Fîlistînê bidome, li her derê dinyayê Misilman ew ê dev ji vê mucadeleya xwe bernedin.”

Piştî axavtina Demîr, daxuyanîya çapameniyê hat xwendin û Cengîz Aydin li ser navê Weqfa Evîndarên Pêxember daxuyanîyê xwend.

Aydin, “Dibêjin ku Ummet ji wahşetê re bêdeng dimîne. Na! Wallehî Ummet li ser nigaye. Kesên bêdeng kesên tirsonek in ên ku li ser serê ummetêne û wan serokên xaîn û hatine firotin in. Bila vê yekê her kes bizanibe, kesên li dijî siyonistên qatil berxwe didin û birayên me yê ji bo destekê bidin Fîlistînê cephe vekirine em muqades dibînin û ew taca ser serê me ne. Bi vê wesîleye em hêvî û daxwaz dikin ku heyfa Serokê HAMASê Şehîd Îsmaîl Henîyye û Fîlistînên ku hatine qetilkirin bê standin.”

Aydin bal kişand ser desteka Emrîqayê a ji rejîma îşxalker re û destnîşan kir ku sîyonîst tenê ji hêz û qûwetê fam dike. “Sîyonîstên îşxalker ji xwîn û hêsrên çavan têr nabe û êrîşa li Mekteba Tabîînê rast kir û careke din vê yekê nîşanda ku tenê rêya sekinandina sîyonîst û zîmanê ku jê fam dike bikaranîna hêz û qûwetê ye. Şeytanê mezin Emrîqa, ji bo hêj zêde rejîma îşxalker qetlîaman bike 20 mîlyar dolar firotina sîlehan tesdîq kir. Çekên di bin navê firotinê de ji rejîma îşxalker re tên dayin em dizanin ku vanan tev destek û hîbene.” (ÎLKHA)