Rejîma îşxalker li Şerîaya Rojavayê 10 Fîlîstînîyên dinê jî desteser kir

Leşkerên qaşo yên rejîma îşxalker a sîyonîst, li Şerîaya Rojavayê di êrîşên ku li dar xist de 10 Fîlîstînîyên dinê jî desteser kir.

Ekleme: 15.08.2024 10:40:18 / Güncelleme: 15.08.2024 10:40:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Îşxalkeran di seatên seatên serê sibehê de li dijî bajaroka Saîra ku li bakurê bajara El Xelîlê ye êrîş li dar xist, di encamê de ciwanekî desteser kir.

Di êrîşên ku li dijî malên li taxa Vadî Semîn a El Xelîlê hatin lidarxistin de jî 5 Fîlîstînî hatin destesergirtin.

Hat îfadekirin ku îşxalkeran li Tulkerîmê 2, li Kampa Penaberan a Fewwarê ciwanekî û li El Bîreyê jî ciwanekî dinê desteser kirine. (ÎLKHA)