Li Xezzeyê bîlançi giran dibe: Hejmara şehîdan gihaşt 40 hezarî

Hejmara şehîdên êrîşên ku ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li ser Şerîda Xezzeyê ji teref rejima îşxalker ve hat kirin de di 24 saetên dawî de 32 kes zêde bû û derket 39 hezar û 929an.

Ekleme: 13.08.2024 18:05:19 / Güncelleme: 13.08.2024 18:05:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Tenduristiye ya Filistine ve li Xezzeye hat dayin de der bare erişen îşxalkeran yen 312 rojin yen li ser Xezzeye de agahî hatin dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn de artêşa îşxalker di êrîşên li ser herêmên cuda yên Xezzeyê de 2 qetlîam pêk anîn, di van êrîşan de 32 Filistînî şehîd bûn û 88 Filistînî jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku di êrîşên ku ji 7ê cotmehê vir va ji teref rejima îşxalker ve li ser Şerîda Xezzeyê hatin kirin de hejmara şehîdan derket 39 hezar û 929an û hejmara birîndaran jî derket 92 hezar û 240î. (ÎLKHA)