55 koçberên ku di behrê de mahsûr mabûn hatin xelaskirin

Hat ragihandin li Entalyayê 55 koçberên ku di behrê de mahsûr mabûn ji teref ekîbên Fermandarîya Ewlehîya Beravê ve hatin xelaskirin.

Ekleme: 13.08.2024 10:25:19 / Güncelleme: 13.08.2024 10:25:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin 55 koçberên ku hewl didan ji ser Entalyayê derbasî Yunanistanê bibin ji teref hêzên Yunanistanê ve hatin vegerandin hêla Tirkîyê û di behrê de mahsûr man. 55 koçberên ku di behrê de mahsûr mabûn ji teref ekîbên Fermandarîya Ewlehîya Beravê ve hatin xelaskirin.

Her wisa hat hînbûn li Balikesîr û Muxlayê jî 36ê wan zarok 89 koçberên ku amadehîya derbasbûna li Yunanistanê dikirin jî hatin girtin.(ÎLKHA)



Etiketler: