Li Qestamonûyê kelek bin av bû: 3 winda

Li navçeya Cîdeya Qestamonûyê kelekek ku di nav de 6 kes hebûn bin av bû. Di encama qezayê de 3 kes winda bûn û 3 kes jî ji teref masîvanekî ve hatin xelaskirin.

Ekleme: 12.08.2024 08:55:19 / Güncelleme: 12.08.2024 08:55:19 / Xeberen Kurdi / Kastamonu Haberleri
Destek için 

Qeza, li Koya Cîderosa navçeya Cîdeyê pêk hat.

Di keleka ku bin av bû de 3 kes hatin xelaskirin. Ji bo 3 kesên winda jî xebatên lêgerînê berdewam dikin.

Mirovên ku hatine xelaskirin ji Nexweşxaneya Dewlet a Cîdeyê re hatin rakirin. (ÎLKHA)