Rejîma îşxalker êrîşê Xan Yûnisê kir: 2 şehîd

Di êrîşa bombeyî ya ku hêzên îşxalker li navenda Xan Yûnis a li başûrê Xezzeyê pêk anî de, 2 kes şehîd bûn û hinek kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 11.08.2024 16:30:22 / Güncelleme: 11.08.2024 16:30:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Medyayên xwecihî ragihandin ku tîmên pizîşkî yên Heyva Sor a Filistînê 2 şehîd û gelek birîndar rakirin nexweşxaneya Nasir di encama bombebarana hêzên dagirker a li ser komek welatiyên li navenda Xan Yûnisê de.

Doh jî artêşa îşxalker li Dibistana El-Tabiin a ku koçber lê dibûn, li herêma El Deraj a bajarê Xezzeyê komkujiyeke nû pêk anî û di encamê de zêdeyî 100 kes hatin şehîdkirin û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Artêşa îxşalekr ji 7ê Cotmeha 2023an û vir ve êrîşên xwe yên bejahî, deryayî û hewayî yên li dijî Xezzeyê didomîne û di encamê de 39 hezar û 790 kes şehîd bûne û zêdeyî 92 hezar kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)