Zarok û malbatên Dîyarbekirê di bernameya parqan de civîyan

Li Dîyarbekirê her hefte ji teref Baskê Ciwanî ya HUDA PARê ve di parqekî de bernameyek tê tertîpkirin, doh êvarê jî zarok û malbatên Dîyarbekîrê li Hezretî Silêman hatin cem hev.

Ekleme: 11.08.2024 12:55:21 / Güncelleme: 11.08.2024 12:55:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bernameya vê hefteyê ya Ciwanîya Azad parqa Hezretî Silêman bû.

Ji teref Serokatîya Baskên Ciwanî ya Dîyarbekirê ya HUDA PARê ve her hefte ji bona ku zarok û malbat demên xweş û bi kêf derbas bikin bernameyên Hevdîtina Parqan tê tertîpkirin.

Bernameya ku di parqa Hezretî Silêman de hat tertîpkirin bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir.

Bername bi xwendiena cewşenê berdewam kir û bi sînevîzyona derheqê berxwedan Fîlîstînê de berdewam kir.

Hûnermendên Ajansa Ozlemê di bernameyê de merş, îlahî û qesîdeyan xwendin.

Bername piştî gohdarkirina şiîrê bi teqdîmkirina dîyarîyan dawî bû. (ÎLKHA)