Îşxal li Libnanê êrîşî wesayîtekî kir: Rayedarê HAMASê Samîr el-Hac şehîd bû

Sîyonîstên îşxalker, li bajara Saydaya başûrê Libnanê li dijî wesayîtekî êrîşa asîmanî li dar xist, di êrîşê de rayedarê HAMASê Samîr el-Hac şehîd bû, 2 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 10.08.2024 09:50:20 / Güncelleme: 10.08.2024 09:50:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Artêşa îşxalê, li çarrêya Hasbaya ku li nêzê Kampa Penaberan a Ayn el-Helvayê ye li dijî wesayîtekî ku bi rê ve diçû êrîşa asîmanî li dar xist.

Hat îfadekirin ku ji wesayîtê re du fuze hatin avêtin û rayedarê HAMASê Samîr el-Hac li cîhê bûyerê şehîd bû.

Di encama êrîşê de 2 sîvîl jî birîndar bûn. (ÎLKHA)