Ebû Ubeyde: Em bîad li Fermandar Yahya Sînwar dikin û ji bo bicîhanîtina biryarên wî amade ne

Tûgayên Îzzeddîn El-Qessam yê baskê leşkerî ya HAMASê, girêdaybûna xwe ya ji Yahya Sînwar re ku ji serokatîya biroya sîyasî ya HAMASê re hatibû hilbijartin daxuyand.

Ekleme: 10.08.2024 09:30:24 / Güncelleme: 10.08.2024 09:30:24 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde weha got, “Tûgayên Qessam, ji Fermandar Yahya Sînwar re bîad dike û teyîd dike ku ew ji bicîhanîtina biryarîn wî re amade ne.”

Di daxuyanîya Ebû Ubeyde de weha hat îfadekirin, “Tûgayên Qessam, bijartina Yahya Sînwar a ji cîhê fermandarê me Îsmaîl Henîyye ku hatîye şehîdkirin, wek nîşana zindîbûn û qeweta tevgerê dibîne.”

Ji cîhê Îsmaîl Henîyye ku di 31ê Tîrmehê de bi sûîqestekî qelleşî hatibû şehdîkirin re Yahya Sînwar hat bijartin. (ÎLKHA)