Emîrê Qeterê El Sanî tê Tirkîyeyê

Emîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî ji bo bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê pêk bîne tê Tirkiyeyê.

Ekleme: 08.08.2024 13:15:19 / Güncelleme: 08.08.2024 13:15:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokomar Erdogan ew ê li Kuliyeya Serokomariyê mazûvaniya Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî bike.

Rojeva sereke ya civînê dê geşedanên li Rojhilata Navîn be.

Di vê hevdîtinê de êrişên rejîma sîyonîst a li ser Filistîn û Lubnanê û tolhildana muhtemel a Îranê ji îşxalkeran dê were gotûbêjkirin.

Ji bo gihandina alîkariyên mirovî yên ji bo Filistîniyan gavên hevpar bên avêtin jî wê bibe rojeva hevdîtinê.

Di hevdîtinê de dê têkiliyên Tirkiye û Qeterê jî bên nirxandin. (ÎLKHA)