Li Japonyayê di mezinahîya 7,1an de erdhejek pêk hat: Hişyarîya tsûnamîyê hat dayîn

Li başûrê Japonyayê di mezinahîya 7,1an de erdhejek pêk hat, di encamê de hişyarîya tsûnamîyê hat dayîn.

Ekleme: 08.08.2024 11:55:28 / Güncelleme: 08.08.2024 11:55:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî çavkanîyên herêmî di seat 16.42yan de (li gorî seatên Tirkîyeyê 10.42) li bajara Hyuga Nadaya Japonyayê erdhejek pêk hat.

Hat destnîşankirin ku mezinahîya erdhejê 6,9 hatîye pîvandin û 30 kîlometre di bin erdê de pêk hatîye encax Ajansa Meteorolojîya Japonyayê mezinahîya erdhejê ji 6,9an derxist 7,1an.

Piştî erdhejê ji bo benderên Miyazaki, Kochi, Ehime, Kagoshima û Oitayê hişyarîya tsûnamîyê hat dayîn.

Heta niha xeberên candayîn an jî zerarên meddî nehat dayîn. (ÎLKHA)