Li Sudanê şilî bû sedema lehîyê: 11 mir, 60 birîndar

Li Sudanê, lehîya ku ji ber şilîya zêde çêbû bû sedema mirina 11 kesan û 60 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 08.08.2024 10:09:35 / Güncelleme: 08.08.2024 10:09:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li bajara Ebû Hamada ku li bakurê Sudanê ye baraneke dijwar tesîrdar bû û bû sedema lehîyê.

Ji ber lehîyê gelek xanî xera bûn, 11 kesan canê xwe ji dest dan herî kêm 60 kes jî birîndar bûn.

Di mehên Hezîran û Tîrmehê de li 7 wîlayetan baranên dijwar barîyan û ji ber lehîyên ku ji sedema wan baranan pêk hatine jî herî kêm 32 kes mirine 107 kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)