Iraq, 3 partîyên ku têkilîyên wan bi PKKê re hene qedexe kir

Konseya Darazîya Bilind a Iraqê, biryar da ku ew fealîyetên sê partîyên ku têkilîyên wan bi PKKê re hene qedexe kir.

Ekleme: 06.08.2024 10:05:19 / Güncelleme: 06.08.2024 10:05:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li ser şîkayet û daxwazîya Misteşartîya Ewlehî ya Netewî ya Iraqê, Konseya Darazîya Bilind a Iraqê, 3 partîyên ku têkilîyên wan bi PKKê re hene qedexe kir.

Hat diyarkirin her sê partî jî ev in; Partîya Azadî û Demokrat a Êzîdîyan, Partîya Cepheya Micadeleya Demokratîk û Tevgera Azadî.

Têkilîya wan a bi PKKê re ji teref Ofîsa Serokwezîrtî û Serwîsa Îstîhabrat a Iraqê ve jî hat rastkirin. (ÎLKHA)