Li Koreya Başûr 11 kes ji ber germahîyê mirin

Li Koreya Başûr 11 kesan ji ber hewaya germ canê xwe ji dest dan, hezar û 546 kes jî serlêdana nexweşxaneyê kirin.

Ekleme: 06.08.2024 09:35:18 / Güncelleme: 06.08.2024 09:35:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezareta Karên Hindir yê Koreya Başûr, daxuyand ku di 20ê Gulanê – 3yê Tebaxê de 11 kesan ji ber germahîyê canê xwe ji dest dan, di hezar û 546 kesan de jî ji ber nîşanên nexweşînên germê serlêdana nexwaşxaneyê kirin.

Hat diyarkirin ku 235 hezar û 880 heywanên cotgehê tev de 257 hezar û 483 heywan û 5 hezar û 867 masî jî ji ber germahîyê telef bûn.

Îdareya Meteorolojîya Koreyê, diyar kir ku herî kêm ew ê 10 roj jî ev hewa berdewam bike.

Rayedaran, derheqê germahîyê de ji xelkê re hişyarîyan da. (ÎLKHA)