Ukrayna: Me balafira Su-34an îmhe kir

Wezareta Parastin a Ukraynayê îdîa kir ku ew ji axên Rûsyayê re êrîş li dar xistine û di encamê de balafireke ji tîpa Su-34an û cebilxaneyekî îmhe kirine.

Ekleme: 05.08.2024 16:40:20 / Güncelleme: 05.08.2024 16:40:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezareta Parastin a Ukraynayê, daxuyand ku ew di 3yê Tebaxê de li dijî axên Rusyayê ji baregeha hewa ya Morozovskê re êrîşek li dar xistine.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Îstîxbarata Parastina Ukraynayê, di 3yê Tebaxê de ji balafirgeha Morozovska ya ku li herêma Rostovê ye re êrîş li dar xist, di wê êrîşê de balafireke ji tîpa Su-34an û cebilxaneyekî îmhe kirine. ev rewş ji teref dîmenên peykê ve hatin teyîdkirin.” (ÎLKHA)