Li Hindistanê ji ber hezazê hejmara mirîyan her ku diçe zêdetir dibe

Hat ragihandin di encama hezaza axê ya ku li parêzgeha Keralayê pêk hat de hejmara kesên mirî derket 358 kesan.

Ekleme: 04.08.2024 10:20:21 / Güncelleme: 04.08.2024 10:20:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rayedarên parêzgehê destnîşan kirin hejmara mirîyan her ku diçe zêdetir dibe û heta niha bi tevahî 358 kesan canê xwe ji dest dan.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin, li herêma hezazê xebatên lêgerîn û xelaskirinê berdewam dikin û hêj 200 kesên windayî nehatine dîtin.

Ji ber hezaza ku pêk hatibûn zêdetirî 8 hezar û 200 kes ji malên xwe hatibûn tahlîyekirin.(ÎLKHA)



Etiketler: