Amerîkayê emperyalist bang li hemwelatiyên xwe kir da ku "Libnanê biterikînin"

Balyozxaneya Amerîka ya li Beyrûtê di hişyariya xwe ya ewlehiyê ya ku ji bo welatiyên xwe kir de  got, "Em wan kesên ku dixwazin ji Libnanê derkevin teşwîq dikin ku bilêteke minasib bikirin.”

Ekleme: 04.08.2024 10:09:27 / Güncelleme: 04.08.2024 10:09:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Piştî ku Serokê Buroya Siyasî yê HAMASê Îsmaîl Henîyye li Îranê hat şehîdkirin re li herêmê rageşî her ku diçe zêdetir dine.

Balyozxaneya Amerîka ya li Beyrûtê ji hemwelatîyên xwe yên li Libnanê daxwaz kir ku bila ew demildest bi şiklekî terka Libnanê bikin.

Di daxuyanîyê de hat diyarkirin hinek şîrketên rêhewayê seferên xwe yên ber bi Libnanê ve betal kirine û ger welatîyên ku naxwazin Libnanê terk bikin hebin bila ew jî ji bo xwe planeke rewşa bi lez amade bikin.(ÎLKHA)



Etiketler: