Li Pakistanê ji ber baranê 6 kesan canê xwe ji dest dan

Li bajara Lahora Pakistanê baraneke ku li gorî 44 salên dawîn herî zêde ye barîya, ji ber vê baranê 6 kesan canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 03.08.2024 16:20:19 / Güncelleme: 03.08.2024 16:20:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bajar Lahora girêdayê wîlayeta Pencapê ye li gorî 44 salên dawîn baraneke ku di asta rekorê da ye dît.

Rayedaran, îfade kirin ku ji ber vê baranê 6 kesan canê xwe ji dest dan, rê xanî û nexweşxane di bin avê de man.

Rayedarên Meteorolojîyê destnîşan kirin ku bila welatî bidîqetbin ku ew ê baran bi heman dijwarîya xwe berdewam bike.

Hat diyarkirin dibe ku hejmarê mirîyan zêde bibe. (ÎLKHA)