Di êrîşa îşxalê de endamekî Hîzbullah şehîd ket

Hîzbullahê Libnanê, daxuyand ku yek ji micahîdên wan Alî Nezîh Abîd Alî şehîd ketîye.

Ekleme: 03.08.2024 16:09:28 / Güncelleme: 03.08.2024 16:09:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî çavkenîyên herêmî, di êrîşa asîmanî ya êrîşa îşxalkeran de wesayîta rayedarekî leşkerî ya Hîzbullahê hat hedefgirtin.

Hat diyarkirin ku êrîş, li bajaroka Bazuriyehê bi sê fuzeyan li dijî wesayîtekî hatîye kirin.

Hat ragihandin ku di nav wesayîtê de kesekî hebû û ceseda wî bi ambûlansê ji Nexweşxaneya Îtalyan a li bajara Surê ye re hatîye rakirin.

Xeyn ji vêya Hîzbullah derheqê şekla êrîşê de tu agahîyek neda û bes got ku ji bajaroka Aytîtê Alî Nezîh Abîd Alî (39) şehîd ketîye. (ÎLKHA)