Emrîqa, ji bo ewlehîya rejîma sîyonîst ji herêmê re balafirên herbê û keştîyan dişîne

Alîkara Berdevkê Wezareta Parastina Emrîqayê Sabrîna Sîngh, desntîşan kir ku ji bo êrîşa Îranê ya li dijî rejîma sîyonîst ew ji herêmê re balafirên herbê û keştîyan şandine.

Ekleme: 03.08.2024 10:10:20 / Güncelleme: 03.08.2024 10:10:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sabrîna Sîngh daxuyand ku, Wezîr Lloyd Austîn, ji bona dibe ku Îranê êrîşa rejîma îşxalker bike telîmeta şandina desteka leşkeran a ji rejîma sîyonîst re da.

Hat destnîşankirin ku ew ê Emrîqa ji cîhê keştîya balafirê ya USS Theodore Rooseveltê, keştîya balafirê ya USS Abraham Lincolnê bişîne.

Pentagon xeyn ji vana ew ê ji herêmê re kruvazor û destroyerên ku kapasîteya wan a fuzeyên balîstîkî yên parastinê hene bişîne, ew ê qabilîyeta fuzeyên balîstîkî ya parastina rejîma sîyonîstan qewettir bike. (ÎLKHA)