Serwîsa karkeran û wesayît li hev qelibîn: 2 mirî, 10 birîndar

Li Denîzlîyê mînîbûsa ku karker di nav de bûn û wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 10 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 02.08.2024 14:15:20 / Güncelleme: 02.08.2024 14:15:20 / Xeberen Kurdi / Denizli Haberleri
Destek için 

Qeza, li Bûlwara Cafer Sadık Abalıoğlu ya Taxa Pinarkenta navçeya Pamukkaleyê pêk hat.

Wesayîta ku di bin îdareya M.O. de bû dema ku ji derdikeve rêya mezin li serwîsa ku di bin îdareya H.T. de be diqelibe.

Di encama qezayê de herdu wesayît jî li hev qelibîn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de şofêrê wesayîtê û pîreka wî canê xwe ji dest dan, 10 karkerên ku di serwîsê de bûn birîndar bûn.

Mirovên birîndar ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)