Ji bo şehîd Îsmaîl Henîyye îro di hemû camîyan de wê nimêja cenaze ya xiyabî bê kirin

Ji ber şehîdkirina Serokê Biroya Sîyasî ya HAMASê ew ê îro di hemû camîyan de sela bê xwendin û nimêja cenaze ya xiyabî bê kirin.

Ekleme: 02.08.2024 10:20:19 / Güncelleme: 02.08.2024 10:20:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Karên Dîyanetê Alî Erbaş, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û bibîr xist ku ji bo şehadeta Îsmaîl Henîyye li TIrkîyeyê ji bo 1 rojî şîna netewî hat îlankirin.

Erbaş, daxuyand ku ew ê di hemû camîyan de ji bo şehîd sela bêne xwendin û nimêja cenaze ya xiyabî bê kirin. (ÎLKHA)