Îran: Em bersiva xwe ya ku bidin dinirxinîn in

Sererkanê Îranê Muhammed Bakirî, daxuyand ku ew bersiva ku li dijî sûîqesta Serokê Biroya Sîyasî ya HAMASê Îsmaîl Henîyye bidin dinirxinînin.

Ekleme: 02.08.2024 09:15:21 / Güncelleme: 02.08.2024 09:15:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bakirî, di bernameya ku ji bo Îsmaîl Henîyye hat lidarxistin de ji televîzyona dewlet a Îranê re axivî û weha got, “Berxwedan û em, ji bona ku xwîna şehîd li erdê nemîne bersiva ku em ê bidin dinirxinînin. Divê gavên curbecur bêne avêtin. îsraîl ew ê poşman bibe.”

Henîyye, ji bona ku beşdarî bernameya sondxwarina Serokkomarê Îranê yê nû Mesud Pezeşkîyan bibe li Tehranê bû.

Artêşa pasdaran di nêzê sibeha 31ê Tîrmehê de daxuyandibû ku li Tehranê ji Henîyye re êrîş hatîye kirin. (ÎLKHA)