Posterê mezin yê şehîd Îsmaîl Henîyye li bedenên Dîyarbekir hat daleqandin

Ji bo şehadeta Serokê Biroya Sîyasî ya HAMASê Îsmaîl Henîyye, li bedenên Dîyarbekirê ya dîrokî posterên mezin hatin daleqandin.

Ekleme: 01.08.2024 11:50:26 / Güncelleme: 01.08.2024 11:50:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Îsmaîl Henîyye ku şexsîyetekî muhîm ê berxwedana Fîlîstînê ye, li Tehrana paytexta Îranê di encama êrîşekî de şehîd bû.

Li çar alîyê Tirkîyeyê ji bo Henîyye nimêja cenaze ya xîyabî hat kirin û daxuyanîyên çapemenîyê hatin kirin.

Li Dîyarbekira ku bajarê Fatîhê Qudsê Selaheddîn Eyyûbî, ji bo ehde wefayê postera mezin ê Îsmaîl Henîyye di bedenên dîrokî ya Dîyarbekirê de hat daleqandin. (ÎLKHA)