Di êrîşa li Libnanê de fermandarê Hîzbullahê xelas bû, 2 şehîd

Artêşa îşxalê, li başûrê Beyrûda Libnanê çend avahîyan bombe kir, di êrîşê de 2 kes şehîd bûn, 7 kes birîndar bûn û fermandarê Hîzbullahê jî bi saxîtî xelas bû.

Ekleme: 31.07.2024 09:05:20 / Güncelleme: 31.07.2024 09:05:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Artêşa îşxalê, li Taxa Hara Tehreyka herêma Dahîyeyê çend avahîyan bombe kir.

Libnan El Meyadîn TV, diyar kir ku di êrîşê de herî kêm 2 kes şehîd bûn, 7 kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku êrîş bi ÎHAyan hatîye kirin û 3 fuze hatine avêtin.

Li gorî agahîyan rayedarê Hîzbullahê Fuad Şukrî hatîye hedefgirtin lê ev sûîqest bi neserfirazî dawî bûye.

Artêşa îşxalê xwedî li êrîşê derket. (ÎLKHA)