Serokatîya Bajarê Dîyarbekirê yê HUDA PARê ji jêbirîna nivîsên Kurdî ya li Dîyarbekirê re bertek nîşan da

Serokatîya Bajarê Dîyarbekirê yê HUDA PARê, daxuyanîyek belav kir û di wê daxuyanîya xwe de ji bûyarên ku 3 roj berê li Wan û Dîyarbekirê nivîsên Kurmancî ya ji bo peyayan hatibû nivîsandin ji teref hinek kesan ve hatibû jêbirîn û ji cîhê wan nivîsan re jî nivîsên nîjadperestî hatibûn nivîsandin re bertek nîşan da.

Ekleme: 30.07.2024 09:30:20 / Güncelleme: 30.07.2024 09:30:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

3 roj berê li bajara Wanê nivîsa trafîkê ya “pêşî peya” ji teref mirovên ku nasnameyên wan nayê zanîn ve hatibûn boyaxkirin û li ser wan “Tirkîye Tirke e ew ê Tirk Bimîne” hatibû nivîsandin.

Piştî ev êrîşa provokatîf a li Wanê di seatên êvarê de li Dîyarbekirê jî êrîşeke ewakî pêk hat. Di seat 03.00an de li ser Ceddeya Elazig a ku girêdayê navçeya Bajara Nû ye nivîsên Kurmancî hatibûn boyaxkirin.

Serokatîya Bajarê Dîyarbekirê yê HUDA PARê ji van êrîşan re bertek nîşan da û li ser hîsaba medyaya civakî daxuyanîyek hat parvekirin.

Daxuyanîya partîyê bi ayeta “…cudabûna ziman û rengên we ji ayetên Xwedê ne.” (Sûreyê Rûmê - 22) des pê kir û di daxuyanîyê de ji rayedaran hat xwestin ku bila mirovên ku provokotartoyî dikin bêne qefaltin.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin:

“Nivîsên Kurmancî yên ku di derbasbûnên peyayan de hatine nivîsandin pêşî li bajarê me yê Wanê û niha jî li Dîyarbekira me, ji teref provokatoran ve hatine jêbirîn û nivîsên nîjadperestan hatine nivîsandin. Em vê êrîşa ku li dijî Kurdî ya ku zimanê piranîya herêma me ye hatîye kirin şermezar dikin. Bila neyê jibîrkirin ku zimanê dayîkê, weka şîrê dayîkê helal e û ji ayetên Rebbê me ye. Em bang li rayedaran dikin ku bila wan protokatorên ku hizûra herêma me xera dikin derbixin holê.” (ÎLKHA)