Li Rihayê ji bo Xazzeyê çalakîya rûniştinê

Çalakîyên ji bo Xazzeyê bênavber berdewam dikin, yek ji van çalakîyan jî li Rihayê li ber navendake danûstandinê hat kirin.

Ekleme: 28.07.2024 16:50:20 / Güncelleme: 28.07.2024 16:50:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ev bû zêdetirî 9 mehan ku siyonistên terorîst û îşxalker li Xazzeyê qetlîamê dikin û di encama êrîşên hovane yên ku tên kirin de nêzî 40 hezar kesên ku exlebeyê wan zarok û pîrek in hatin qetilkirin.

Li Rihayê ji bo bal bên kişandin li ser qetlîama ku berdewam dike pîrek û zarok xwestin ku di nava navenda danûstandinê de çalakîyekê bikin; lê belê îdareya navenda danûstandinê pîrek û zarokan û her wisa endamên çapemenîyê bi zorê derxist derve û nehişt ku çalakîyê bikin.

Pîrek û zarokên ku bi zorê hatin derxistin derve ji bo bertek ji îdareya navenda danûstandinê bidin çalakîya xwe li ber devê derîyê navenda danûstandinê kirin.

Kesên ku beşdarî çalakîyê bûn sûretên wan zarokên ku ji teref siyonistan ve hatin qetilkirin girtin destên xwe. (ÎLKHA)