Li Çînê wesayît li peyayan qelibî: 8 mirî

Li wîlayeta Hunana Çînê wesayîtek ket nav peyayan, di encama qezayê de 8 kes mirin.

Ekleme: 27.07.2024 17:35:18 / Güncelleme: 27.07.2024 17:35:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di seatên êvarê de li Çangşaya paytexta wîlayeta Hunana Çînê ji ber sedemeke ku hêj nedîyare wesayîtek ket nav peyayan.

Di bûyerê de li gorî diyarîyên ewil 8 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn.

Mirovên birîndar ji nexweşxaneyan re hatin rakirin, hat hînbûn ku rewşa hinek birîndaran giran in.

Şikdarê 55 salî ji teref polês ve hat binçavkirin. Derheqê bûyerê de tehqîqata ku hatibû destpêkirin berdewam dike. (ÎLKHA)