Li Etîyopyayê krîza xwarinê

Li herêma Tîgraya ku li bakurê Etîyopyayê ye, ji ber ku erdên çandinîyê zerarê dîtine û alîkarîyên însanî yên hewce nehatine şandin krîza xwarinê heye.

Ekleme: 27.07.2024 15:09:49 / Güncelleme: 27.07.2024 15:09:49 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat îfadekirin ku erdên çandinîyê ji ber herba navxweyî zerarê dîtine.

Ji ber ku baran jî nebarîyaye beraj jî vala mane û ji erdan re ava ku hewce dike nehatîye dayîn.

Hat diyarkirin ku însanên herêmê ji ber herba navxweyî mecbûr mane ku erdên xwe û malên xwe terk bikin.

Li gorî daneyên NY, li Etîyopyayê ji ber şert û mercên îklîmê û pevçûnan 4 milyon însan bi krîza xwarinê re rûbirû ne. (ÎLKHA)