Li Iraqê ji baregehên Emrîqaya îşxalker re êrîş hat kirin

Li bajara Anbara Iraqê, ji Baregeha Leşkerî ya Ayn El-Esad ku hêzên Emrîqaya îşxalker di nav de ne re bi roketan êrîş hat kirin.

Ekleme: 27.07.2024 14:09:47 / Güncelleme: 27.07.2024 14:09:47 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat îfadekirin li wîlayeta Anbara Iraqê ji baregeha Ayn el-Esedê ku daîma duçarê êrîşan dibe re doh êvarê cardin êrîş hat kirin.

Hat destnîşankirin ku du heb roket hatine avêtin û ew roket jî bi şekleke dijwar teqîyane.

Di encama êrîşê de birîndar, xesar an jî mirî hene an tine de hêj ti daxuyanîyek nehat dayîn.

Berxwedana Iraqê di daxuyanîya ku belav kir de, îfade kir ku ew ji bo ji qetlîam û qirkirina li Xezzeyê re bersivê bidin vê êrîşê bikaranîtine.

Li Sûrîye û Iraqê baregehên Emrîqayê dibin hedefên roket, fuze û balafirên bêînsan yê berxwedana Iraqê.

Hat îfadekirin ku 2 hezar û 500 li Iraqê, 900 heb jî li Sûrîyeyê leşkerên Emrîqayê hene. (ÎLKHA)