Li Mêrsînê qezaya trafîkê: 1 mirî, 5 birîndar

Li navçeya Tersûsa Mêrsînê qezaya trafîkê pêk hat, di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, 5 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 27.07.2024 09:45:20 / Güncelleme: 27.07.2024 09:45:20 / Xeberen Kurdi / Mersin Haberleri
Destek için 

Qeza, li ser rêya Tersûs-Pozantîyê pêk hat.

Di encama qezaya ku bi li hev qelibîna du wesayîtan pêk hat de, kesekî canê xwe ji dest da, 5 kes jî birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)