Li Xezzeyê hejmara şehîdan gihaşt 39 hezar û 175an

Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.

Ekleme: 25.07.2024 16:30:21 / Güncelleme: 25.07.2024 16:30:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ev bû 293 roj ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê  kor û kerr û lal kiriye.

Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama 3 qetlîamên ku 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 30 kes hatin şehîdkirin, 146 kes jî birîndar bûn.

Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 39 hezar û 175 kesan, hejmarê birîndaran jî derket li ser 90 hezar û 403 kesan.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)