Di êrîşên rejîma îşxalker a sîyonîst de 10 Filistînî şehîd bûn

Di êrîşên balafirên şer ên rejîma îşxalker a sîyonîst li ser navçeyên navendî yên Xezzeyê de 10 Filistîniyên din ku di nav wan de zarok jî hene, şehîd bûn.

Ekleme: 21.07.2024 13:30:20 / Güncelleme: 21.07.2024 13:30:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Nexweşxaneya El-Ewde ya Xezzeyê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku cenazeyên 4 kesên ku di êrîşên balafirên şer ên eejîma îşxalker a sîyonîst ser Kampa Nûseyrat a Koçberan a Filistînê de şehîd bûne, anîn nexweşxaneyê.

Hat destnîşankirin ku gelek Filistînîyên ku di êrîşê da birîndar bûn jî hatin dermankirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku li ser hesaba Telegramê ya platforma medyaya civakî ya Yekîneya Parastina Sivîl a Filistînê hat dayîn de hat ragihandin ku rejîma dagirker li Taxa El-Bureycê li dijî malekê êrîş pêk aniye û di êrîşê de 6 kes şehîd bûne.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelek kes birîndar bûne û hat destnîşankirin ku yekîneyên parastina sivîl ji bo rizgarkirina kesên di bin xirbeyan de hê jî dixebitin.

Di êrîşên rejima terorê yên ku ji 7ê cotmehê vir va li ser Şerîda Xezzeyê hatin kirin de 16 hezar û 172 jê zarok 10 hezar û 798 jê jin 38 hezar û 919 Filistînî şehîd bûn û 89 hezar û 622 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)