Di êrîşa îşxalê de rojnamegerek û malbata wî şehîd bûn

Balafirên herbê yên rejîma îşxalker li bakurê bajêr êrîş li dar xist, di encama êrîşê de rojnamegerek û malbata wî şehîd ketin.

Ekleme: 20.07.2024 16:20:21 / Güncelleme: 20.07.2024 16:20:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Çapemenîya mehellî, îfade kir ku li Kampa Cebalîyeyê malekî hat hedefgirtin, di encamê de rojnameger Muhammed Caser, pîreka wî û du zarokên wî şehîd ketin.

Hat diyarkirin ku cenazeya şehîdan ji Nexweşxaneya Kemal Advanê re hatin sewqkirin.

Xeyn ji vê êrîşê balafirên herbê li herêma Zerkayê êrîşî mala El Sebbaxê kirin û du kesan qetil kirin, mirovekî dinê jî birîndar kirin.

Hat destnîşankirin ku li kampa Nuseyratê jî herêma El Devayê hat hedefgirtin.

Çavkanîyên tenduristîyê îfade dikin ku di bomberdumana îşxalkeran de ku li bakur û orta bajarê li dar xistin piranîya wan zarok ji 25an zêdetir Fîlîstînî şehîd bûne. (ÎLKHA)