Wezareta Tendirustîyê ya Xezzeyê: Di ava bermahiyê de vîrûsa felca zarokan hat tesbîtkirin

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê daxuyand ku li Xezzeya dorpêçkirî ya ku jenosîd lê tê kirin di ava bermahiyê de vîrusa felca zarokan hat tesbîtkirin.

Ekleme: 19.07.2024 14:09:35 / Güncelleme: 19.07.2024 14:09:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat ragihandin ku li Xezzeyê di ava bermahiyê de vîrusa felca zarokan hat tesbîtkirin û ev jî xebera felaketa tendirustiyê ye.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ve hat dayîn de der barê îmtîhanên ku bi koordîneya Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) li nimûneyên ji ava çopê hatine girtin de agahî hatin dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku vîrûsa ku dibe sedema felcê di ava ku diherike û li cihên ku mirov lê dijîn û di navbera konan de ji ber hilweşîna binesaziyê diherike û kom dibe de hat tesbîtkirin û bi hezaran kes di bin xetereya nexweşiya felcê de ne.

Hişyarî hate kirin ku ji ber kêmbûna avê û gemarbûna wê bi ava kanalîzasyonê, kombûna bitonan çop û rêgirtina li ketina alavên paqijiyê ji aliyê rejîma îşxalker ve dibe ku rastî karesateke tenduristiyê werin. (ÎLKHA)