Wezîr Fîdan, bi Henîyyeyê Serokê Buroya Sîyasî ya HAMASê hevdîtin kir

Hakan Fîdanê Wezîrê Karên Derveyê, bi Îsmaîl Henîyyeyê Serokê Buroya Sîyasî ya HAMASê li ser telefonê hevdîtin kir.

Ekleme: 17.07.2024 11:15:22 / Güncelleme: 17.07.2024 11:15:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de rewşa mirovî ya ku gihaştiye asteke felaketê ya li Xezzeyê hatiye peyivîn.

Hat destnîşankirin ku di hevdîtina Fîdan-Haniyeyê de ji bilî geşedanên bi fikar ên ji ber zêdebûna birçîbûn û nexweşiyan bi taybetî li bakurê Xezzeyê, rewşa dawî ya muzakereyên agirbestê jî hat nirxandin. (ÎLKHA)